Sibat 01, 2026 18:10 Asia/Tehran
  • Weşandina nasnama  kuştiyên kiryarên terorîstî amerîkî-siyonîst yên vê dawiyê li  Îranê

Nivîsgeha Serokomarê Îranê li daxûyaniyekê lîsteya nasnameya deqîq a kuştiyên kiryarên terorîstî yên vê dawiyê weşand.

Nivîsgeha Serokomarê Îranê bi daxûyaniyekê derbarê bûyerên Çilla 2026`an bal kişand  ser vê yekê ku hemî qurbaniyên van buyer û nearamiyan ewladên vî welatî bûne û destnîşan kir:  Berûvajiya dijmin û çavnebarên dîrokî yên vî welatî ku canê mirovan wekî eded û reqem dizanin û danûstandinê pê re dikin û bi zêdekirina wê hewil didin  berjewendiya xwe dabîn bikin, li gorî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê  kesên mirî yên vê bûyerê tenê eded û hejmar nînin, her yek ji van qurbaniyan civakek û dinayek ji peywendiyan bûne.  Her îranî jibo me wekî Îranekê ye.  Di vê daxûyaniyê de hatiye  li gorî siyaseta şefafiyet, berpirsiyarbûn û bersivdadayînê  û ser fermana  serokomar  bi komkirina navên ku ji hêla pizişkiya qanûnî ya welêt ve hatine amadekirin bi sîstema  Rêxistina Tomrakirina Nasnaman hatiye  yekkirin û lîsteya  2 hezar û 986 kesan li malpera serokkomar hatiye weşandin.

Hejmara giştî ya miriyan 3 hezar û 117  kes bû, ku 131 ji wan nenas bûn. Ji gist 3 hezar û 117 kesan, 2,427 parêzvanên ewlehiya xelkê bûn. Ku medya siyonîstan û Amerîkayê amarên wehmî yên miriyan radigehînin. 

 Ev kiryara serokomartiya Îranê ku navên  giştan weşandiye  di rasitiyê de,  pûçelkirina propagendeyên  van medyan e.  Gelek karzan li vê barê dibêjin ev şefaiyeta Îranê  komploya medya siyonîst û amerîkî pûçel dikin û niha diyar dibe ku  wan derew li xelkê kirin ji ber ku  divê navan ragihînin   ku li vê lîsteyê  tine ne û li gor lêkolînên hikûmeta Îranê û ragihandina pişzikiya qanûnî tişteke wiha  nikare serê xwe bigre.

 

Serepeyv