Sibat 01, 2026 19:25 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî: Ger Amerîka şerekî bide destpêkirin dê vê carê şerê navçeyê çêbibe

Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî îro di hevdîtina bo girseya gel li Huseyniya Îmam Xumêynî (R) derbarê gefên vê dawiyê yên Amerîkayê tekez kir: Bila Amerîka bizanibe ku ger şerekî bides destpêkirin vê carê dê şêr li navçeyê belav bibe.

 Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî îro di hevdîtina bi girseya gel li Huseyniya Îmam Xumêynî(re) derbarê gefên vê dawiyê yên Amerîkayê tekez kir: Bila Amerîka bizanibe ku ger şerekî bide destpêkirin vê carê dê şêr li navçeyê belav bibe.

 HZ. Ayetullah Xamineyî, Rêberê qedirbilind ê Şoreşa îslamî di hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên curbciur ên gel îro li 12 Behmenê(2 sibatê) salroja hatina Îmam Xumêynî bo nav Îranê, piştî revîna şah, ew roj wekî rojeke dîroksaz û taybet bi nav kir û bal kişand ser veguherîna hikûmeta kesane, dîktatorî, li dijî olê û girêdayî ya Pehlewî li hikûmeteke gelanî, ser bingeha olê û li dijî  zordariyê  û got: Gel  agirê fitneya emerîkî-siyonîst ya vê dawiyê wekî hemî pîlanên  berê vemirandin û di siberojê de jî gel bi alîkariya Xwedê li himber her bûyerekê  dê kar yekalî bikin.

 Rêberê Şoreşa Îslamî, gotinên serokomarê Amerîkayê nîşaneyeke eşkere ji amerîkî û siyonîstbûna  fitneya vê dawiyê li Îranê bi  nav kir û got: Wî eşkere li ajawegêrên ku  gelê Îranê bi nav dikirin digot ku herine pêş , waye ez têm. Helbet li gor wan ew çend hezar kesên ajawegêr, gelê Îranê bûn, lê bi milyonan  kesên ku di 22`ê Çile de li seranserê welêt kom bûn ne gelê Îranê bûn.

Wî got: Taybetmendiyên  fitneya  vê dawiyê, ji wan  xweveşartina li pişt nerazîtiyên  kasibkaran, wekî darbeyêbûn, plankirî ji derveyî welêt  û wekî tundûtûjiya DAIŞê , ku gelê Îranê  bi amadebûn û berxwedana xwe  ewlehiya welêt parastiye û li dijî gef û  timakarî û çavbirçîtiyên  Amerîkayê rawestiyaye.

HZ. Ayetullah Xameneyî her wiha hewldana Amerîkayê jibo daqurtandina Îranê û berxwedana gelê wêrek  li himberê vê çavbirçîtiyê sedema sereke ya pevçûna 47 salan di navbera Îran û Amerîkayê de nirxand û got ku ew dixwazin Îranê dagir bikin û serdestiya xwe li ser çavkaniyên Îranê, nift, siyaset, ewlehî û têkiliyên navneteweyî yên Îranê  wekî di serdema Pehlewî de vegerînin. Hegera sereke ya dijminatiya wan ev e û gotinên wan yên din mîna  mafên Mirovan  gotinên vik û vala ne.

Rêberê Şoreşa Îslamî tekez kir: Gelê Îranê li hember armancên Amerîkayê sîngê xwe daye pêş  û rawestaye  û dê raweste jî, û wan ji ajawegêrî  û îzakirinê dilsar bike. Wî bal kişand  ser  gotonên vê dawiyê yên  amerîkkiyan û got : Ew ji bo tirsandina gelê Îranê digotin hemû vebijarek li ser maseyê ne û helbet divê ew bizanin ku heke ew vê carê şer bidin destpêkirin, ew ê  bibe şerekî navçeyî . Nabe ku gelê Îranê ji van tiştan bitirsînin. Gelê Îranê dê nekeve ber bandora van gotinan. Helbet   em  ne destpêkerê şer in û em naxwazin zilmê li kesekî bikin  an êrişî welatekî bikin, lê gelê Îranê dê kesê ku çavbirçî be û timakar û bixweze êrişê bike û eziyetê bike dê bide ber mistan .

 

Serepeyv