Êrişên Rejîma Siyonîs ser Libnanê mînaka eşkere ya cinayeta cengê ne
Sibat 01, 2026 18:10 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê, êrişên esmanî yên Rejîma Siyonîst ser herêmên curbicur ên Libnanê bi taybetî navçeyên xelknişîn li başûrê vî welatî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî, êrişa ser binesaziyên giştî û malên xelkê Libnanê wekî binpêkirina eşkere ya prensîpên peymana NY û mînaka eşkere ya cinayeta cengê da zanîn û ser berpirsiyariya rasterast a garantorên agirbesê Ii bara cinayetan tekez kir.
Beqayî bal kişand ser dewama binpêkirina agirbesê ji aliyê rejîma Siyonîst ve û ser pêwîstiya berpirsiyariyên NY nemaze Konseya Ewlehiyê, ji bo rawestandina bi lez a van destdirêjiyan û berpirsiyarkirina rejîma dagirker li himber binpêkirinên eşkere yên mafên navneteweyî tekez kir.