Civîna hevbeş a fermandê sînorparêziya Îran û Iraqê
Di civîna hevbeş a fermandarên sînorparêziya Îran û Iraqê de, dabînkirina ewlehiya sînorên hevbeş di ewlewiyetê de ye.
Fermandê Sînorparêziya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku civînek ewlehiyê di navbera fermandên sînorparêziya Iraq û Îranê de li bajarê sînorî ê Bedreyê li parêzgeha Wasitê dê were lidarxistin û ragehand di vê civînê de general Mihemed Ebdulwehab Sekr, Fermandê sînorparêziya Iraqê û sertîp Ehmed Elî Gûderzî fermandê sînorparêziya Îranê hevrê li gel hejmarek fermandarên payebilind ên sînorpazêiya her du welatn beşdar bûn. Herdu aliyan di vê civînê de tekezî ser aktîvkirina komîteyên ewlehiyê yên hevbeş û xurtkirina mekanîzmên kontrola ewlehiya sînoran û her wiha girtina pêşiya derbasbûna neqanûnî û qaçaxçîtiyê kirin.