Çile 23, 2026 14:54 Asia/Tehran
  •  Berteka Iraqçî himber gotinên Zelenskî: Cîhan ji ber kesên qeşmer u tirane westîyaye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di peyamekê da himber gotinên Serokomarê Ukraynê bersiv da û nivîsî: Cîhan ji ber kesên aqilsivk, nefam u pêkenok ku xwe jî nizanin çi dikin, westîyaye.

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê li rûpela xwe ya X`ê wek berteka himber mezinxeberdana Serokomarê Ukraynê nivîsî: Rêzdar Zelenskî qasê ku karîye berîka sermalîderên amerîkî u ewropî ji bo tijîkirina berîkên generalên gendel ên xwe u sekinîna himber tişta ku ew ``destdirêjîya neqanûnî ser welatê xwe u binpêkirina menşûra NY`` bi nav dike, vala kirîye.  

Wî herwiha got: Zelenskî herwiha şerm nake u dixwaze ku Amerîka bi awayekî neqanûnî u bi binpêkirina Menşûra NY destdirêjîyê ser axa Îranê bike, lê Zelenskî divê bizanibe ku berovajî artêşa girêdayî derve u tijî kirêgirtî ya Ukraynê, em îranî baş dizanin çawan berevanîya xwe bikin û ne hewcedarê  lawahîkirina himber bîyanîyan ji bo wergirtina alîkarîyê ne. Serokomarê Ukraynê di Civata Cîhanî ya Aborê li Davosa Siwîsê hin dew u doz dijî Îranê hilêxis u ji ber sîyaseta Ewropayê ya himber Îranê rexne kir.

 

Serepeyv