Çile 22, 2026 13:11 Asia/Tehran

Konseya Ewlehîyê ya Îranê di daxûyanîyekê da ragihand ku piştî têkçûna Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst di şerê danzderojî yê sepandî ser Îranê da, dijmin bi guhertina taktîkê, hevgirtina civakî ya gelê Îranê kir armanc.

Di daxûyanîya Konseya Ewlehîyê ya Îranê da hatîye ku bi dû nerazîbûnên biaştî yên hin esnafan û qebûlkirina daxwazên wan ji hêla hikûmetê va, şaneyên rêkxistinkirî yên ajawegêrîyê hewil dank u kombûnên biaştî veguherînin şîdetê u ji 9 heta 17ê Çillê hin zîyan li welêt ket. Di 9 u 10ê Çillê da, êrişên terorsîtî yên rêkxistinkirî û bi çekan bi armanca têkdana ewlehîyê, kuştina welatîyan u hêzên emnî ku bêxin ustîyê hikûmetê pêk hatin u mal u milkên giştî û welatîyan bi awayekî berfire hatin têkdan û kavilkirin u gellek cinayet hatin kirin.

Li gorî daxûyanîya Konseya Ewlehîyê ya Îranê di encamê da 3 hezar u 117 kes hatin kuştin ku 2 hezar u 427 kes ji wana welatîyên bêguneh u hêzên emnî bûn.  

Di encama ajawe u tevlihevîyan da, terorîstan zîyanên berfire gîhandin warên curbicur ji wan navendên dermankirinê û ambulansan, maşînên Dayra Vemirandina Êgir, bank, otobus u dikanên esnafan.  

Di vî halî da, Sekreterê Konseya Ewlehîyê ya Îranê jî ragihand ku di ajawegêrîyên vê dawîyê da, 89 Navendên Perwerdeya Dînî, 253 rawestgehên otobusan, 305 ambulans u otobus, 600 ATM, 120 binkeyên Besîcê, 700 dikanên xelkê, 414 cî u navendên hikûmî, 800 maşînên kesane, 749 maşînên polîsan, 750 bank û 300 avahîyên welatîyan ketin ber êriş û têkdana ji hêla terorîstan va u hinek jî hatin şewitandin. Elî-Ekber Pûr-Cemşîdîyan herwiha got: Hikûmet, Dezgeha Dadwerîyê u Konseya Ewlehîyê ya Îranê li gorî destûrkarê vê mijarê ku xwîna şehîd u gorîyên ajaweyên bi destê terorîstan li erdê nemîne, dişopînin.

Serepeyv