Têkbirina şebekeya siyonîst a Behaiyetê ji hêla Îtiletata Sipahê ve
Beşa ragehandinê ya Sipahê di daxûyaniyekê de ragehand ku şebekeyeke rêkxistinkirî ya sîxorên behayî ku rasterast bi kesên peywendîdar ên li Amerîka û Rejîma Siyonîst ve têkiliya wan hebû, hatin naskirin û desteserkirin.
Vê şebekeyê dema ku alozî li Îranê heftiya borî destpê bûn bi avakirina komeke online hewahengî û organîzekirina endamên komê dikirin û di çarçoveya tîmên operasyonê yên dijber bi çekan û bi kêrê ketin qada ajawegêriyan û kiryarên dije ewlehiyê kirin. Hemû serşebekeyên vê komê li Kirmanê hatin girtin.
Sipahê Îmam Riza li Xuresana Rezewî jî ragehand ku bi hewla leşkerên bê nav û nîşan ên Îmam Zeman li Rêxistina Îtilata Sipahê û hemahengiya dezgeha Dadweriyê beşeke giring ji endamên sereke yên şebekeya terorîstî ya amerîkî- siyonîstî ketin ber derbeyan . Di vê opersyonê de tîmeke sê kesî ya çekdar ser bi teşkîlata terorîstî ya paşatîxwaz û tîmeke 5 kesî têkildarî koma Munafiqînê hatin girtin û di lêgeriya vê veşartgeha van endaman de cureyên çekan û teqemeniyan keşf û zewt kirine.