Têhran: Em tekeziyê ser cihanîna tam û tekûz a peymana ewlehiyê ya bi Bexdayê re dikin
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê got: Li gorî peymana bi Iraqê re, em li bendê ne ku em komên cidayîxwaz li ser sînoran nebînin.
Îbrahîm Ezîzî di konferansa çapemeniyê de bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Îranê bi amadebûan xwe ya tam sînoran diparêzin û got ku me bi Iraqê re peymaneke ewlehiyê heye û me li ser cihanîna tam a vê peymanê behs û nîqaş kirine û beşek girîng a peymanê cih hatiye.
Vî parlimanterê payebilind ê Îranê got: Em li bebndê ne ku idî komên cidatîxwaz li ser sînoran neyê dîtin û heke em bibînin ku ew komana ewlehiya Îranê têk didin, hêzên me yên çekdar bê guman dê ev desthilata hebin ku bi tundî bersivê bidin. Wî got ku aliyên cidayîxwaz nikarin rûmeta gelê Îranê têk bidin.