Çile 18, 2026 22:15 Asia/Tehran
  • Beqayî: Idiaya Ewropayê derheq dilsozî u dilnigeranbûna têkildarî mafên merivan li Îranê derew e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê idiaya welatên ewropî derheq dilsozî u dilnigeranbûna têkildarî mafên merivan li Îranê dereweke aşkira bi nav kir u got ku heke ewan rast bigota, yê boykotên dijî gelê Îranê ji wan nexweşan bihatana ibtalkirin.

Ismayîl Beqayî Ewropa tawanbar kir ku bi peyrevîya ji Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst rola xwe di alugurên navdewletî da u rastîyên Îranê berçav nagire. Beqayî herwiha Amerîka berpirsê gêreyên li navçeyê zanî û got: Gêresazî beşeke rêbaz û sîyaseta Amerîkayê ye. Îranê hêzên xwe li sînorê Amerîkayê bi cih nekirîye û di karên navxweyî yên welatan da destwerdanê nake.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Îran bi dû enerjîya navokî ya biaştî ye û derbara şîyana xwe ya berevanîyê da jî muzakirê nake, muzakire wê demê watedar u kêrhatî ye ku berjewendîyên her du alîyan dabîn bike.

Serepeyv