Iraqçî û Fuad Hisên valakirina Eyn ul Esedê nîşana xurtbûna istiqrarê li Iraqê zanîn
Wezîrê Karên Derve yê Îranê valakirina binkeya Eyn ul Esedê ji hêla hêzên amerîkî va li Iraqê u radestkirina wê bo dewleta Iraqê nîşaneyeke xurtbûna istiqrar u serwerîya sîyasî ya Iraqê zanî.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna çapemenîyê ya hevpar tev Fuad Hisên Wezîrê karên Derve yê Iraqê da amajeyî valakirina binkeya Eyn ul Esedê ji hêla hêzên amerîkî va û radestkirina wê bo dewleta Iraqê kir û got: Eva nîşaneyeke xurtbûna istiqrar û serwerîya sîyasî li Iraqê ye û em dixwazin ku Iraq di nav istiqrarê da u xwedîyê serwerîya sîyasî ya xurt be. Iraqçî herwiha got: Me mijûlê karê hevpar ji bo rêkevtinameya tam a sitratejîk di navbera her du welatan da ne. Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê jî di vê civîna çapemenîyê da pêgirî ser girîngatîya berdewambûna rêyên têkilîya dîplomatîk di navbera Têhran u Bexdayê da ji bo hevahengkirina helwestan têkildarî çawanîya serederîya himber babet u rewşên hestyar ên navçeyê kir.