Dengvedana gotinên rêberê Şoreşa Islamî di medyayên cîhanê da
Gotinên rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtina tev çîn u qatên curbicur ên gel da ku bi boneya Cejna Mebesa resûlê ekrem (S) pêk hat û amajeya ser rola Amerîkayê di fitneya vê dawîyê ya li Îranê da bi awayekî berfire li medyayên cîhanê deng veda.
Medyayên herêmê û yên cîhanê ji wan Ajansa Nûçeyan a Riyanovesîtî ya Ûrsêtê, Televîzyona Rusiya Al Yewmê, Şebekeya CBS a Amerîkayê, Ajansa Nûçeyan a Reutersê, Şebekeya Al Mayadînê, Şebekeya Hedes a Erebistanê, Al Axbar a Libnanê, Quds ul Erebî, Ajansa Nûçeyan a Şurûq a Misrê u bi dehan medyayên herêmî yên din axavtina Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî derbara parastina ewlehîya Îranê û sekinîna himber komployên bîyanî bi awayekî taybet weşandin.
Van medyayana bala xwe dan ser amajeya rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî derheq rola Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst di fitneya vê dawîyê li îranê û ev beşa gotinên Hezretê Ayetullah Xamineyî derbara vê yekê da ku divê Amerîka bersivê bide u Serokomarê Amerîkayê sûckar e, nîşana ciddîbûna Îranê di warê sekinîna himber Amerîkayê u rawestana rêberê Şoreşa Islamî ser berjewendî û ewlehîya netewî ya Îranê zanîn.