Wezareta Itilaatê derbeyek li tora sîxorîyê ya Behayîyan a çalak di ajaweyan da xist
Wezareta Itilaatê ragihand ku toreke 32 kesî ya ser bi firqeya sîxorîyê ya Behayîyetê hat naskirin u têkbirin.
Di encama pêngaveke asayişî u operasyoneke Wezareta Itillatê da 12 kes ji endamên sereke yên vê torê hatin desteserkirin û 13 kes jî bo vê wezaretê hatin bankirin. Endamên vê tora sîxorîyê li parêzgehên Xorasana Rezewî, Têhran, Kirman, Yezd, Sîstan u Belûçistan, Elborz, Kirmaşan u Mazenderanl çalak bûn.
Li gorî vê raporê, şaneya sereke ya vê torê di malekê da li Meşhedê bi cih bibû û endamên wê bi awayekî rêkxistinkiriî di ajaweyan da, mal u milkên giştî têk didan û bêrêzî li cîyên mezhebî dikirin. Li gorî agahîyan u mukurhatina tawanbaran, kesên hanê rola xwe di şewitandina mizgevtan, êrişa ser dayreyên hikûmî û handana ajawegêran ji bo êrişa ser binkeyên hêzên berevanê ewlehîya bajêran û ên leşkerî da hebûne. Herwiha dîyar bûye ku endamekî desteserbûyî yê vê torê çend cdaran çûye Erdên Dagirbûyî yên Filistînê.
Ji destpêka îsal va 45 kes ji endamên vê firqeyê ji ber çalakîyên dijî ewlehîyê hatine desteserkirin. Polîsê parêzgeha Farsê jî ragihand ku hejmareke ajawegêr li Şîrazê hatin desteserkirin. Li Tewrêzê jî hat ragihandin ku polîsan u hêzên emnî dest danîn ser barekî çek u rextên terorîstan.