Çile 17, 2026 18:10 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Bexdayê: Hevgirtina Iraqê bi Îranê re nîşan da ku kok û reh seratir ji sînoran in

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê di peyamekê de nivîsî: Hevgirtina Iraqê bi Îranê re nîşan da kok û reh seratir ji sînoran in.

Mihemed Kazim Alê Sadiq, Balyozê Îranê li Iraqê derbara  kombûnên gelê Iraqê li bajarên curbicur ên vî welatî ji bo hevgirtina bi Komara Îslamî ya Îranê re li ser tora Xê nivîsî: Kombûna gelê resen ê Iraqê li parêzgehên curbicur  ji bo ragihandina piştgiriya ji Îranê û hevgirtina bi wê re, nîşaneyek ecêb a têkiliyên nêzîk di navbera her du gelan de bû. Kombûnên hanê nîşan dan ku  kok û  rehên me ji sînorên erdnîgarî derbas bûne û di baweriyên me yên hevpar de koka vedane.

Peyama Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê piştî wê hat belavkirin ku welatiyên iraqî bi daketina li kolanên Mûsilê û bi beşdarbûna çîn u qatên curbicur careke din bi yekîtî û hevgirtina neteweyî peymanek girêdan da ku li himberî hejemonî û zorbêjîya Amerîkayê  li kêleka Komara Îslamî ya Îranê bisekinin.

 

Serepeyv