Çile 15, 2026 18:59 Asia/Tehran

Fermande û rayedarên leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê ji bilî şermezarkirina cinayetên terorîst û ajawegêran û şehîdkirina hin welatî û parêzvanên ewlehiya Îranê û piştgîriya Amerîkayê û Rejîma Siyonîst ji van terorîstan, li ser amadetiya hêzên leşkerî û intizamî yên welêt bona berevaniya ji sînoran û gelê Îranê pêgîrî kirin.

Serleşker Emîr Hatemî, fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, amajeyî hemaseya xelkê di rêpîvana gel di 12`ê Çilleyê de kir û got:  Hemû hêzên ewlehiyê ji bo bêbandorkirina plana dijminên Îranê hatin meydanê û bê guman, vê hebûnê careke din plana dijminan bêbandor kir. Wî her wiha tekez kir ku hemû hêzên ewlehiyê yên welêt di hêzên leşkerî û polîs, artêş, Pasdarên Şoreşê û Besîc de amade ne ku gel, sînorên welêt, berjewendiyên neteweyî û binesaziya welêt a ku di xizmeta gel de ne biparêzin û bê guman bi hêz û qawet wê li hember terorîst û destdirêjkiran bisekinin.

Deryadar Şehram Îranî, fermandê hêza deryayî ya artêşê jî ji bilî şermezarkirina cinayetên terorîstan li navçeyên curbicur ên Îranê got: Nizama Komara Îslamiya Îranê hêz û piştgîriya xwe ya rastîn ji gel distîne û ewê rayî cîhanê daye û li hember dijmin disekine. Deryadar Îranî got: Dijminên me mezinatiya gel û emekdariya wan a li nizamê kêm zanîne û vê cazrê jî berazê zer ê amerîkî li bara xelkê Îranê şaş têgihîştiye di halekî da ku cinayetên Amerîkayê û rejîma Siyonîst bûne sedema yekbûn û hêza xelkê Îranê.

Serleşker Pakpûr, fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya ÎRanê jî di peyamekî da ji bilî şermezarkirina cinayetên terorîstan û şehîdkiirna hin welatiyên îranî di şerrê terorîstî yê amerkî û siyonîstî ji aliyê terorîstên çekdar û kirêgirtiyên bê niştîman got: Şehîdên ewlehiyê, belgeya mezinatiya îraniyan û sembola pêbendbûna xelkê li bereya berxwedanê ye.

Mihemed Keremî, fermandê hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî jî ji bilî şermezarkirina cinayetên terorîstan li axa Îranê pêgîrî kir, hêzên çekdar ên Komara îslamiya Îran, amade ne ku her şaştiyeka nirxandinê ya dijmin, bi awayekî vebir bibersivînin. 

Serepeyv