Aşkerekirina destwerdana Amerîka û Rejîma Siyonîst di bûyerên terorîstî yên li Îranê de
Wezîrê Parastinê yê Îranê Sertîp Nesîrzade ragihand ku agahiyên me yên rast hene ku Amerîkayê, Rejîma Siyonîst û hin welatên hevalbendên wan navendeke diyalogê ava kirine da ku alîkariya cudatîxwaz û terorîstan bikin da ku pêşerojek ji bo Îranê destnîşan bikin.
Sertîp Nesîrzade behsa îstîxbarata li ser plana xerab a dijminên Îranê kir û got: Di civînên hevbeş ên di navbera terorîstan û servîsên îstîxbaratê yên Amerîka, rejîma Siyonîst û hin welatên Rojavayî de li yek ji welatên herêmê cih hat ku heta rêjeya wêrankirinê li Îranê jî hat kivşkirin; Kuştina her kesekî 500 milyon Tumen, şewitandina her otomobîlekê 200 milyon Tumen, şewitandina qereqolên polîsan 80 milyon Tumen û her kiryareke xalifandinê 15 milyon Tumen e û welatên Rojavayî planên xwe yên zêdekirina budçeyê raber kirin.
Wezîrê Parastinê, behsa girtina kesekî ku ji bo kuştina mirovan 900 milyon tûmen wergirtibû kir û got: Di vê civîna terorîst û servîsên îstîxbaratê de heta hatibû plankirin ku her herêmeke parçekirî destûra xwe binivîse û van servîsên biyanî qaçaxçîtiya çekan, piştgiriya darayî û lojîstîkî birêve birin.