Eraqçî: Bila Alman dawî li destwerdana neqanûnî ya xwe di karên herêma me da bîne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî rexnekirina ji ber sitandardên newekhev ên Almanê di warê mafên merivan da, got: Kêmekê jî şermê bikin. Ya baş ew e ku Alman dawî li destwerdana neqanûnî ya xwe di karên herêma me da ji wan piştgirîya ji jînosayd u terorîsmê bîne.
Seyîd Ebbas Eraqçî wek berteka himber axaftina destwerdanxwazane ya Serokwezîrê Almanê li rûpela xwe ya Xê nivîsî: Ji nav hemî dewletan, renge ku dewleta Almanê rewş u cîgeha herî xirab têkildarî amajeya ser mijara mafên merivan hebe. Hegera vê yekê jî sade ye, sitandardên durû yên aşkira di salên buhurî da ew dewleta bêhitbar kirîye. Iraqçî herwiha got: Dema Îran terorîstên ku sivîl u efseran dikujin, têk dibe, Serokwezîrê Almanê lez u bez radigîhne ku bikaranîna şîdetê nîşandayîna lawazbûnê ye. Heke wiha ye, rêzdar Merts; Te derbara piştgirîya tam a xwe ji qirrkirina 70 hezar filistînîyan li Xezzeyê da çi gotinek heye?