Hêzên emnî yên Îranê derbeke giran li terorîstên çekdar xistin
Wezareta Lêzanîn u Asayişê ya Îranê ango Itilaatê di daxûyanîyekê da ragihand ku derbeke giran li terorîstên çekdar ket.
Îro di encama operasyona hevpar a Biryargeha Quds a Hêza Bejayî ya Sipahê, Polîs û Dayra Lêzanîn u Asayişê ya Sîstan u Belûçistanê da, çend tîmên terorîst ku bi rêvebirîya Rejîma Sîyonîst ji sînorên rojhilatê va derbasî welêt bibûn u li 7 malan li şarê Zahidanê bi cih bibûn, hatin naskrin u girtin.
Wezareta Lêzanîn u Asayişê ya Îranê berî vîya jî ragihandibû komeke terorîst a pênckesî ser bi koma terorîst a Komelê li Xuremavayê hatine desteserkirin.
Li parêzgeha Azerbaycana Rojava jî barek hilgirê 100 demance u 120 çekên nêçîrê hatîye keşifkirin u 4 kes têkildarî vê yekê hatine desteserkirin.
Wezareta Itilaatê herwiha ragihand ku barekî hilgirê 273 tifingên curbicur ji wan demance u Wînçêstêr di nav kamyonekê da ku hatibû veşartin, hatîye keşifkirin. Tîmeke têkildarî komeke terorîst jî li Kirmanê hatin desteserkirin ku Keleşek u 2 xişabên tijî gulleyên cengê di destê wan da bûn. Bi giştî di çend rojên buhurî da zêde ji 1200 çekê ji hêla hêzên emnî u asayişê va di destê komên terorîst di nav Îranê da hatine keşifkirin.