Serokê Meclisa Îranê: Gelê Îranê bi şanazî u xurt rawestaye
Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê pêgirî kir ku gelê Îranê bi şanazî u xurt rawestaye u got: Gelê mezin ê Îranê qet rê nedaye dijmin bigihêje armancên xwe û pêşîya her karê ku dijmin dixwaze bisepîne, digire.
Mihemed- Baqir Qalîbaf Serokê Meclisa Îranê îro di meşa ji bo şermezarkirina kiryarên terorsîtî yên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ên dijî gelê Îranê da got: Em di yek ji kêlîyên herî heatyar ên dîroka islam u Îranê da ne. Komara Islamî roja îro bi dijminekî ra rûbirû ye ku di asta herî bilind a heyîtî, zordarî û durûtîyê da ye u bi morala pozbilindî u zorbêjîyê û xeysetê zilimkirinê gel u welatên cîhanê talan dike.
Serokê meclisa Îranê herwiha got: Gelê egît u xweşdivî yê Îranê bi awayekî hevgav li 4 bereyên aborî, naskirin, derûnî û leşkerî himberî Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst şêrr dike. Em şukra Xwedê dikin ku vî gelê mezin rê nedaye dijmin qet bigihêje armancên xwe u pêşîya wan karana digire ku dijmin dixwaze di warên leşkerî, aborî, sîyasî u şerê terorsîtî da bisepîne; gelê Îranê bi şanazî u xurt rawestaye.
Serokê Meclisa Îranê amajeyî rewşa navçeyê jî kir u got: Bi saya vî gelê xweşdivî u serbixwe u hêz u şîyana Îranê, em zilmê qebûl nakin û Îranê serxwebûn u rûmeta xwe parastîye.