Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Me hin belge têkildarî rola Amerîkayê di kiryarên terorîstî yên li Îranê da heye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna tev balyoz u wekîlên welatên bîyanî yên li Têhranê da got: Hin belge bi dest ketine u ajawegêr xwe jî mukur hatin ku gellek dirav wergirtine, ji bo kesê êrişî navend u binkeyên polîsan bike, 80 milyon tûmen u ji bo kesê êgir berde mal u milkên giştî u hikûmî jî 20 milyon tûmen hatîye dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Nerazîbûn li Îranê destpêkê biaştî bûn, lê bi destwerdana Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst u ketina dewrê ya ajawegêranb, ew nerazîbûnên biaştî zû veguherîn şîdetê. Di qonaxa sêyem da hêzên emnî ketin dewrê u bi terorîstan ra rûbirû bûn û ew girtin. Gellek belge têkildarî destwerdana ji derve hene ku raberî civaka navdewletî tên kirin.

Iraqçî herwiha got: Di ajaweyên vê dawîyê da bi çekê êrişî hêzên emnî u berevanê ewlehîya bajêran kirin û gellek ji wan hatin kuştin. Me hin belge têkildarî rola Amerîkayê di kiryarên terorîstî yên li Îranê da heye, Pompeo ne kesekî piçûk e; Serokê CIAyê bûye ku di Tiwîtekê da gotîye; Ez sala nû li îranîyên li kolanan û erkdar u rasipardîyên Mossadê pîroz dikim. Eva mukurhatineke zelal e têkildarî rola erkdarên Mossadê. Em vê mijarê dişopînin u em kesên ku bi gotinên xwe bûn sedema kuştina merivên bêguneh, berpirs dizanin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî got: Bûyerên vê dawîyê, roja sêzdan a şerê Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê dijî welatê me bûn.

Ismayîl Beqayî derbara destwerdana Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst di karên navxweyî yên Îranê da u piştgirîya ji ajaweyan got: Divê mijara sereke hertim di bîra me da be, desteya wezîran bersiveke guncav himber nerazîbûnên biaştî da û biryar hat dayîn ku ev meseleya were şopandin, lê di qonaxa duyem da welat pêrgî lehîya bikarannîa çekan u kêr u şûran bû ku ev yeka jî hevdembû digel gotinên destwerdanane yên rayedarên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst u piştgirîya aşkira ya wan ji ajawegêran u terorîstên çekdar.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Îro em ji ber wan xweşdivîyên ku di encama ajawegêrîyên bi dû nerazîbûna biaştî da hatin kuştin, xembar in, lewma îro şîna giştî hatîye ragihandin.