Iraqçî: Em ne xwazyarê şêrr in, lê ji bo her rewşekê tam amade ne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê dîyar kir ku em him ji bo şêrr u him jî ji bo muzakirê amade ne u got: Her dema amerîkîyan qebûl kirin ku muzakire u sepandin du tiştên cida ne, wê demê dikare muzakieyeke watedar pêk were.
Seyîd Ebbas Iraqçî îro dema gihîşt Balafirgeha Beyrûtê got: Ez dê îro u sibê bi rayedarên libnanî ra bicivim u armanc rawêjkarîya digel dost u rayedarên libnanî derbara alugurên nika yên herêmê ye.
Iraqçî herwiha got: Herêma me bi gef u pirsgirkên ciddî ra rûbirû ye û gefên Rejîma Sîyonîst dijî navçeyê renge ku ti demekê wiha mezin nebûne. Di 2 salên buhurî da 7 welat ji wan Libnan u Îran ketin ber êrişa vê rejîmê û hela jî hin herêmên axa Libnanê di bin dagirkerîya leşekrên Rejîma Sîyonîst da ne û vê rejîmê di yek sala buhurî da bi caran agirbes binpê kirîye û sozên xwe pêk nehanîye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Asta danuistandinên Îran u Libnanê di sala buhurî da ji 110 milyon dolarî derbas bûye ku ev yeka geşbûna peywendîyên di navbera her du alîyan da nîşan dide. Wî herwiha got: Îranê hertim piştgirî daye yekperçetîya ax, yekitî û serxwebûna Libnanê u yê dîsan jî piştgirîyê bidê.