Çile 07, 2026 18:06 Asia/Tehran
  • Serfermandarê Artêşa Îranê: Em dê gefên dijminan bêbersiv nehêlin

Serfermandarê Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Em dê gefên dijminan bêbersiv nehêlin.

General Emîr Hatemî di koma xwendekarên Zanîngeha Fermandetîyê û Erkantîya Artêşê da dîyar kir ku lewza dijminan dijî gelê Îranê tund bûye u gefbar e u got: Heke ew şaşitîyê bikin u destdirêjîyê bikin, dê pêrgî bersiveke teqiltir bibin û em ê destê her destdirêjkerekî qut bikin. 

Serfermandarê Artêşa Komara Islamî ya Îranê amajeyî hin helwestên pûç u destwerdana dijminan di karên navxweyî yên Îrana isalmî da kir u got: Roja îro hêzên çekdar ên Îranê zêdetir ji berê amade ne, bi awayekî ku heke dijmin destdirêjîyê bike, dê bersiveke girantir wergire. 

General Emîr Hatemî dîyar kir ku himber her cure şerûtîya dijî Îranê, artêş bi hemî şîyan u hêza xwe yê ji bo pêkanîna erka xwe ya parastina serxwebûn, yekperçetîya axê u pergala Komara Islamî rabe. 

Serepeyv