Bêdengîya cîhanî himber gefên Trump gefê li aştîya cîhanî dixwe
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber durûtîya hibmer gefên Serokomarê Amerîkayê rexne kir u hişyarî da ku bêdengbûna hibmer van kiryarên neqanûnî, Amerîka u Rejîma Sîyonîst çavsortir dike û aştî u ewlehîya cîhanî dixe ber xeterê.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di nameyeke bo Wezîrên Karên Derve yên welatên curbicur da, gefên vê dawîyê yên Serokomarê Amerîkayê yên dijî Komara Islamî ya Îranê binpêkirina giran a mafên navdewletî zanî û xwest ku hemî wwelatên cîhanê bi awayekî teqil wan gotinên handêr şermezar bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê nameyê da ragihand ku gefxwarina derheq bikaranîna zorê dijî Îranê binpêkirina aşkira ya menşûra NY ye ku her cure gefxwarin an bikaranîna zorê dijî yekperçetîya axê u serwerîya netewî ya welatan di wê da hatîye qedexekirin.
Iraqçî amajeyî êrişên Amerîka u Rejîma Sîyonîst ên dijî Îranê yên di Hezîrana 2025ê da kir u pêgirî kir ku gefên vê dawîyê nêta xirab a Amerîkayê di çarçova domandina demajoyeke neqanûnî u destdirêjkerane da nîşan didin ku dûhatên wan yê li ustîyê Waşîngtonê bin. Iraqçî pêgirî ser mafê zatî yê Îranê ji bo berevanîya rewa anegorî xala 51 ya menşûra NY kir u got ku Têhran yê di bersivdayîneke teqil u poşmanker himber her desdirêjîyekê da ti şik u gumanê nede xwe.
Emîr- Se`îd Îrewanî Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY jî di nameyên cida bo Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Dewrê yê Konseya Emnî da, gefên vê dawîyê yên Serokomarê Amerîkayê yên dijî Îranê binpêkirina aşkira ya menşûra NY zanî û xwest ku Konseya Emnî berteke vebirr nîşan bide.