Kanûn 26, 2025 21:51 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Pizişkîyan digel malbata Şehîdê Mesîhî

Dr. Mesûd Pizişkiyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê di şeva jidayîkbûna Hezretê Îsa (S) da bi amadebûna li mala malbata şehîdê payebilind Razmîk Xaçatoriyan ji şehîdên serfiraz ên civata xirîstiyanên Îranê, digel vê malbatê civiya.

Di vê hevdîtinê da ku bi armanca sipasî û qedirgirtina cîgeha bilind a şehîdan û pesindana sebir, fîdakarî û berxwedana malbatên wan ên rêzdar, herwiha pîrozkirina jidayîkbûna Hezretê Îsayê Mesîh (S) û Sala Nû ya Zayînî p-êk hat, Serokkomar tevî bibîranîna vî şehîdê hêja û rola bêhempa ya hemî qewm û dînên Xwedê di berevaniya ji serxwebûn, serfirazî û yekparçetiya axa Komara Îslamî ya Îranê da, amadebûn û fîdakariya şehîdên mesîhî di serdema Berevaniya Pîroz da wek mînakeke ronî ji yekitiya neteweyî û hevgirtina xurt a gelê Îranê zanî.

 

Serepeyv