Iraqçî ber bi amerîkîyan va: Cîhanê nexapînin
Weîzêr Karên Derve yê Îranê bi teniştokê bersiva gotinên Morgan Ortegas Wekîla Amerîkayê li Konseya Emnî ya Ny da û got: Pênaseya nû ya Amerîkayê têkildarî dîplomasîyê eva ye: Em ji bo muzakireya watedar amade ne, lê hûn mafên xwe yên bi fermînaskirî yên navdewletî ji bîr bikin.
Seyîd Ebbas Iraqçî amajeyî vê yekê kir ku ev gotinên rayedara amerîkî sepandin e, ne muzakire; bila muzakireya watedar wêda bimîne û wiha got: Cîhanê didît ku em di halê muzakirê da ne ku Amerîkayê biryar da êrişî gelê me bike û dîplomasîyê ji nav bibe û me jî ew kara kir ku em hertim dikin; me kesên êrişker tepeser kir u me usa kir ku ji karê xwe poşman bûn.
Iraqçî pêgirî kir: Destdirêjkirina ji bo dîplomasî u muzakirê ne ew e ku hûn bi bombeyan êriş bikin û paşê jî bi şanazî, têkçûna xwe wekî serketin nîşan bidin, dewsa hewla ji bo xapandina xelkên cîhanê, bera xwe bidin dîplomasîya rastî u rêzdarane.