Kanûn 19, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Îranê durûtiya Amerîkayê derheqdilsojiya ji bo gelê Îranê Şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê reftara bi dûrûtî ya hikûmeta Amerîkayê derheq dilsoziya ji bo gelê Îranê şermezar kir.

Piştî kiryarên neqanûnî yên berdewam yên Amerîkayê derheq zexta ser nûnertiya Komara Îslamî ya Îranê li New Yorkê peyama jêrîn li ser hesabê fermî yê Wezareta Karên Derve hate weşandin: Destdirêjiya leşkerî dijî Îranê û hevkariya bi rejîmeke qirrker derheq kuştina welatiyên Îranê sepandina boykotên neqanûnî û îstifada kirêt ji serpişkjiya NY hemî ji celebekê ne yanê xemsariya eşkere ya Rejîma Amerîkayê li himber prensîbên mirovî-exlaqî, hiqûqa navneteweyî û Peymana NY. Hewldana Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo veşartina van binpêkirinan ser navê peyva bi dûrûtî ya dilsoziya jibo gelê Îranê karekî xapînok û sivikatî ye. Boykotên neqanûnî dijî gelê Îranê û sînordarkirinên neqanûnî dijî nûnerên wan li NY rasterast mafên bingehîn ên mirovahiyê û erf û edetên dîplomatîk binpê dikin.

 

Serepeyv