Îranê êrişa hêza deryayî ya Amerîkayê ser gemiyeke bazirganiyê li Deryaya Karayîbê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, êrişa hêza deryayî ya Amerîkayê ser gemiyeka bazirganioyê ya hilgira nifta Vênêzoêlayê li nêzîkî perravên vî welatî û destdanîna ser wê, mînaka aşkera ya diziya hikûmî ya deryayî wesif kir û şermezar kir.
Ismaîl Beqayî destnîşan kir: Sekinandin û zevtkirina gemiyên bazirganiyê yên welatên din, xemsariya aşkera ya li hember mafên navnetewî û binpêkirina aşkera ya qayîde û qirarên çavdêriya li ser ewlehiya deryagerîya navnetewî ye.
Beqayî der heq bandor û dûhatên serederiyên zorbêjane yên bi vî awayî li ser aştî, ewlehî û bazirganiya navnetewî pêhişyarî da û got hemû hikûmet û saziyên navnetewî ku hêjatiya wan heye divê dijayetiya bi kiryarên bi vî rengî bikin û bersivdêrkirina Amerîkayê li vê mijarê de bixebtin.