Edmîral Îranî: Bazineya fermandetiya deryayî ya Îranê berfire bûye û gihêştiye oqyanûsan
Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê, tekez kir ku bazineya fermandetiya deryayî ya Îranê gihîştiye oqyanûsan û got: Îro em li cîhanê jî bihêz in û di warê dîplomasiya berevaniyê de em bihêz in û me gotina xwe heye.
Edmîral Şehram Îranî got: Hêza Deryayî ya Îranê di 45 salên borî de, bi hewildanên bi şev û roj di rêya hêza deryayî de destkeftiyên girîng ên bêhempa bi dest xistiye.
Amîral Îranî got ku bazineya fermandetiya deryayî ya Artêşa Îranê gihîştiye avên dûr û oqyanûsan. Wî got ku ji parastina Tengava Hormuzê bigire heya bakurê Kendava Farisê, hemû bi bereketa xwîna şehîdan û hêza navxweyî ye. Îro em di warê tetbîqat û erkdariyên navneteweyî de bihêz bûne.
Wî bal kişand ser erkdariyên vê dawiyê di rewşa şerê 12 rojî û gefên dijmin de û got: Tevî zext û gefan, hemî operasyon bêyî kêmasî bi awayekî serkevtî hatin lidarxistin û çawa ku me di heşt salên berevaniya pîroz de li ber xwe d, îro jî ewlehiya welêt mayînde ye.