Qonaxa dawîn a tetbîqata dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê destpê kir
Qonaxa dawîn a tetbîqata dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê, îro bi cihatina operaiyona yekîneyên beşdar destpê kir.
Di vê qonaxa meşqa dijî terorîstî ya Sehend 2025`ê de ku bi beşdariya yekîneyên taybet û yên opeasiyonê yên welatên endamê Şahghayê û bi dirûşma Hewldana giştalî ji bo sekinîna li hember terorîsmê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat hate lidarxistin, tîmên ji hêza bejahî ya Sipahê, artêşa Bilarûsê û artêşa Ozbekistanê cûre sênariyoyên ji bo sekinîna li hember kiryarên terorîstî, azadkirina rehînan, hêlîborn, şerrê elektêronîk, rûxandina komên terorîst li ser sînor meşq kirin.
Ji bilî viya erka piştevaniya cengê û hêlîborna hêzan ser hêlîkopterên Hewanîrûz a Sipahê bû û di qonaxa sereke ya vê tetbîqatê de meşqên leşkerî û operasiyonên ramalîn, şopandin û azadkirina rehînan ji aliyê yekîneyên Peymana Şanghayê cih hatin.