Kanûn 03, 2025 19:20 Asia/Tehran

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî bal kişand ser taybetmendîyên hezreta Zehrayê (S) yên di warên ibadekirin, sîyaset, jîyana digel hevserê xwe u perwerdekirina zarokan da û got: Jinên îranî roja îro ew xatûna ku seroka hemî jinên cîhanê ye, ji xwe ra kirine mînak u dersê jê werdigirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê Şoreşa Isalmî vê sibê di hevdîtina bi hezaran keç û jinên îranî da şirove u raveyên derbara nasname u kesayetîya jinê yên di Quranbê da, rave u têgehên herî bilind u pêşketî zanî. Rêberê Şoreşa Isalmî bal kişand ser pêkutîya welatên rojavayî ser hinardekirina çanda çewt a xwe bo cîhanê û got: Ew idia dikin ku sînordarkirinên kivş ji bo jinan ji wan laçikê u hicabê, yê pêşîya pêşketina wê bigirin, lê Îranê ev têgiheştina çewt a wan batil kir u nîşan da ku jina misilman u pabendê laçik u hicaba islamî dikare di hemî waran da, zêdetir ji kesên din pêngavan rake u rolê bilîze. Wî derbara vê rolwergirtina ku pêkînerê jîyanê ye da, zewac u pêkanîna malbatê yek ji karên herî girîng zanî û got: Berovajî jibîrkirina malbatê di çanda çewt a rojavayî da, di dînê islamê da mafên dualî û kivş ji bo jin, mêr u zarokan wek hêmanên malbatê hatine destnîşankirin. Rêberê Şoreşa Islamî di ravekirina babeta sekinîna hizra sermayedarîyê ango kapîtalîsm û islamê derbara jinan da got: Li gorî dînê islamê, jin serbixwe ye, karayî û nasname heye u dikare li pêş bikeve, lê li gorî hizra kapîtalîsmê divê jin ya mêr dibêje bike, bi nasnama xwe di nasnama mêran da bihele û rûmet u rêza jinê neyê berçavgirtin u jinê emrazeke maddî u hewesê ji bo mêran dizane, band u komên têkder u beredayî ku vê dawîyê li Amerîkayê gellek basa wan tê kirin, encama vê hizrê ne. Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Mafê girîng u mezin ê din ên jinê di malê da, retkirina her cure şîdeta dijî wê û xwe-dûr-ragirtina ji her cure xalifînên berbelav li welatên rojavayî yên fenanî kuştin an lêdana wan a bi destê mêr u hevserê ye.  

Serepeyv