Iraqçî: Parastina yekitîya netewî, serketina welêt himber şerûtîyê ye
Kanûn 03, 2025 19:11 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Parastina yekitî û hevgirtina netewî mercê sereke yê serketina welêt li himber şerûtîyên dijminan e.
Seyîd Ebbas Iraqçî di kombûna seranserî ya wekîlên rêberê Şoreşa Islamî yên parêzgehan u pêşnimêjan da pêgirî kir ku berxwedana gelê Îranê himber êrişa giştalî ya Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst xaleke werçerxanê di dîrokê da zanî. Iraqçî rola rêberê Şoreşa Islamî, fidakarîya hêzên çekdar û hevgiritna netewî ji hokarên sereke yên vê serketinê zanî û pêgirî ser pêwîstîya xurtkirina şîyana berevanîyê, parastina sermîyana civakî u hewla ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî kir.