Kanûn 02, 2025 17:40 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Em pir nêzîkî lihevkirinê bibûn, lê Waşingtonê nexwest

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Me ti carî terka maseya muzakireyê neda, Amerîka bû ku terka maseya muzakireyan da.

Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevpeyvînek televîzyonî de, bal kişand  ser vê yekê ku Amerîkayê her tim rê li ber rêkeftinê girtiye û got ku ev welata bi zêdwexwaziyên xwe û hewldanên ji bo dasepandina daxwazên xwe bûye sedem muzakire neghêjin encamê .Wezîrê  Karên Derve yê Îranê her wiha derbarê bê encambûna 5 dewreyên muzakireyên nerasterast tev Amerîkayê beriya şerê  dasepandî yê 12 rojî dijî Îranê de gotiye ku amerîkiyan di vê heyamê de ser daxwazên xwe yên ne nemaqûl  ji wan  sekinandina tam a zengînkirinê  tekez kirin ku li gorî me ne mimkin bû. Wezîrê Karên Derve yê Îranê  her wiha gotiye ku îro li cîhanê di pratîkê de qanûna daristanê serdest bûye û welat bi dû dabînkirina aşitiyê ji rêya hêz u qawetê ne û ev mijar dibe sedema berdewamiya şer û pevçûnê di navbera aliyan de. Ebas Eraqçî tekez kiriye ku îro rojê Rejîma Siyonîst di pratîkê de ti xeteke sor têkildarî herêmê nehiştiye,  bi curekê ku di du salên borî de destdirêjî kiriye ser çend welatan û niha axa sê welatan dagir kiriye. Lê ji hêla Amerîkayê û çend welatên Ewropî ve parastî ye. Eraqçî her wiha got: Şerê 12 rojî  çawa ku serokkomarê Amerîkayê Donadl Trump jî li xwe mikur hatiye ji hêla Amerîkayê ve hatiye plankirin û Îranê bi rastî li dijî Amerîkayê şer kiriye.

Wezîrê  Karên Derve yê Îranê di dawiyê de hişyarî daye ku ger careke din êrişî Îranê bê kirin, divê destdirêker dilniya bibin ku şaşiya wan dê tu encamek ji bilî têkçûnê tinebe.

Serepeyv