Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî: Peyama bi navcîtî ya Îranê bi Amerîkayê derewa tam e
Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Hin gotegotan çê dikin ku dewleta Îranê bi navcîtiya filan welatî peyam bo Amerîkayê şandiye, ku ev yek dereweke tam e û tiştekî wisa bê guman tunebûye.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî şeva raborî di axaftineke televîzyonî xitabî gelê hêja yê Îranê da, tevî tekeziya li ser pêwîstiya xurtkirin û berdewamkirina hêzmendane ya Besîcê di nifşên li pey hev da wek "Samaneke mezin, tevgera gelanî û hokara zêdekirina hêza neteweyî", serneketina Amerîka û Rejîma Siyonîst di pêkanîna tu yek ji armancên xwe yên êrîşa ser Îranê da, nîşaneya têkçûna tekûz û hetmî ya wan zanî û bi gotina çend şîretan bo gel, hemî xelk û ji hemî xelk û bereyên siyasî xwest ku yekitiya neteweyî biparêzin û bihêz bikin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî di beşeke din a axaftina xwe da derbarê meseleyên navçeyê û Şerê 12-rojî got: Di Şerê 12-rojî da gelê Îranê bê guman him Amerîka û him jî Rejîma Siyonîst têk bir. Ew hatin û şerûtî kirin, lê ketin ber kutek û lêdanê û bi destê vala vegerriyan û tu yek ji armancên xwe bi dest nexistin ku ev têkçûneke rastîn ji bo wan bû.
Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi bêabûrî û bednaviya giran a Rejîma Siyonîst di karesata Xezzeyê da wek karesateke herî giring a dîroka navçeyê, got: Amerîka di vê mijarê da kete rex rejîma xesbker û bi giranî bednav û bêabûr bû; ji ber ku gelê cîhanê dizanin ku Rejîma Siyonîst bêyî Amerîkayê nikare ewqasî karesatan pêk bîne.