Larîcanî: Li pişt şerê vê dawiyê komploya amerîkî-siyonîstî hebû
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di hevdîtina bi ramanwerên Pakistanê re tekez kir ku şerê dasepandî yê 12 rojî dijî Îranê encama komploya amerîkî-siyonîstî bû û gelê Îranê bi viyan û qaweta xwe bi ser ket.
Elî Larîcanî got: Gelê Îranê bi vîn û hêza xwe dijmin işkest da û derbarê Rejîma Siyonîst jî got:Ev rejîm rastî qeyrana navxweyî û jinavçûna rûmetê hatiye. Larîcanî her wiha ser amadetiya Îranê jibo muzakirên navokî yên rastîn tekez kir û destnîşan kir ku Îran îsrarek tine û muzakire divê bingeheke rastîn hebe ne bi tenê formalîte be.Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê her wiha banga yekdiliya cîhana îslamê û bi dawîanîna kiryarên nimayişî bo çarserseriya pirsa Filistînê kir. Larîcanî di beşeke din de bal kişand ser hevkariyên Îran û Pakistanê û got: Jibo pêşxistina peywendiyan zemîneyên aborî û çandî amade ne. Di vê civînê de ramawerên pakistanî jî ser xurtkirina hevkariyên aborî û gelanî û hişyariya li himber komploya dijminên hevbeş tekez kirin. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi seyd Asim Monîr Fermandê artêşa Pakistanê re jî hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de her du aliyan derbarê hevkariyên dualî, alûgurên herêmê yên ewlehiyê û ser dewama gotûbêjên rêkûpêk û xurtkirina axlên ewlehiyê li hev kirin.Elî Larîcanî her wiha bi Şehbaz Şerîf serokwezîrê Pakistanê re jî hevdîtin pêk anî. Şehbaz Şerîf tevî pêşwazîkirina ji rayedarê payebilind ê îranî ser girîngiya têkiliyên dîrokî û bi biratî yên navbera her du welatan tekez kir û daxwaza xurtkirin û berfirehkirina zêdetir a têkiliyêndualî di warên curbicur de kir.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî ser pêwîstiya xurtkirina peywendiyên Pakistan û Îranê di warên bi sûd û berfireh de tekez kir.