Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî: Ti rêyek ji bilî sekinîna li hember Rejîma Siyonîst nemaye
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê li dû terora yek ji fermandeyên payebilind ên Hizbullahê got: Netaniyahu ew qas maceraheziya xwe didomîne ta ku hemû pêbihesin ti rêyek ji bilî sekinîna li hember vê rejîma sexte nemaye.
Elî Larîcanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, di peyamekî li X`ê de nivîsî: Di şeva şehadeta hezreta Fatime Silavên xwedê lê bin da, yek ji peyrewên wê yên astîn,birayê mucahîd, Heysem Elî Tebatebayî, yek ji fermandarên payebilind ên Hizbullahê, ligel çend hevalên xwe bi destê Siyonîstên cinayetkar hatin şehîdkirin. Ew bi miraz bûn lê Netaniyahu ew qas maceraheziya xwe didomîne ta ku hemû pêbihesin ti rêyek ji bilî sekinîna li hember vê rejîma sexte nemaye.
Wezareta karên derve ya Îranê jî cinayeta terorîstî ya Rejîma Siyonîst ya êrişa ser navçeyên xelktêde li Bêyrûtê û terorkirina fermandê mezin ê Berxwedanê, Heysem Elî tebatebayî bi tundî şermezar kir.