Civîna Serokwezîrên Rêxistina Şanghayê; Îran jî beşdar e
Mijdar 18, 2025 20:50 Asia/Tehran
Civîna Bîst u Çaran a Konseya Serokwezîrên Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê bi amadebûna Cîgirê Yekem ê Serokomrê Îranê li Moskowê dest pê bû.
Rayedatên payebilind ên Îran, Ûrsêt, Çîn, Pakistan, Qazaqistan, Uzbekistan, Tacîkistan, Qirqîzistan u Bilarûsê di merasima wêneya fermî ya civînê da amade bûn. Hin welat di asta Serokomar u hinek jî di asta Serokwezîrê di vê civînê da beşdar bûne.
Berfirekirina bikaranîna diravên netewî di dan u istandinên ticarî da, pêşxistina planên hevpar di warên enerjî û tiranzîtê da û xurtkirina hevkarîyên herêmî mêhwerên sereke yên civîna Serokwezîrên Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê ne.