Serdar Fedewî: Di şerê danzderojî da hemî zilhêz li rex Rejîma Sîyonîst sekinîn, lê têk çûn
Cîgirê Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Di şerê danzderojî da hemî zilhêz li rex Rejîma Sîyonîst dijî Îranê hatin meydanê, lê têk çûn.
Serdar Fedewî Cîgirê Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî vê sibê di merasima bibîranîna şehîdên Çiqa Ehwazê ya Hêza Hewayî ya Sipahê da got: Di şerê danzderojî da Xwedê soza xwe pêk anî û gelê ku ser mafê xwesekinî û li ber xwe da, ser xist. Wî dîyar kir: Zêde ji 47 sala ye ku me ev rastîya şênber dîtîye ku heke qirarê ku Xwedê kivş kirîye were pêkanîn, soza ilahî ya alîakrî u serketinê jî pêk tê. Wî herwiha got: Dijmin hewil dide qada sîyasî û leşekrî ser Îranê da teng bike u hemî hewla dijminan ji bo lawazkirina şîyana Îranê ya di warê mûşekan da ye ku di vî warî da ser neketine.