Iraqçî: Welatên rojavayî dê ti çareyek ji bilî qebûlkirina Îranê wekî cemsera zanistê di warê pîşeya navokî de tinebin
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Pîşeya navokî ya Îranê nika veguheriye pîşeyeka pirr mezin û di warê curbicur de bi lez pêş dikeve.
Seyîd Ebas Iraqçî di dema seredana Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê de got: Welatên rojavayî di dawiyê de wê ti çareyek tinebin ji bilî viya ku Îranê wekî cemsereka zanistê di warê pîşeya navokî ya aştiyane de qebûl bikin. Wî got: Berovajî fikra ku vê pîşeyê li zengînkirina Ûraniyûmê re sînordar dikin, divê meriv bêje ku teknolojiya navokî di hemû waran de heye û alîkariya geşepêdana warên curbicur dike û ev zanist û teknolojiya li welêt bûye sedema leza zêdetir a zanistê.
Wezîrê karên derve yê Îranê li bara sedema dijayetiya dijminan bi zanista navokî ya Îranê re got: Pirsgirêka wan a sereke ev e ku ev zanista di welatê me de pêş dikeve.