Mijdar 05, 2025 19:22 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Divê civaka cîhanî rê li ber tundbûna qeyranê li herêmê bigire

Wezîrên karên Derve yên Îran u Çînê îro di peywendîyeke telefonî da basa dawîn rewşa peywendîyên her du welatan u alugurên herêmî û navdewletî kirin.

Seyîd Ebbas Iraqçî di vê peywendîya telefonî da pêgirî kir: Divê civaka cîhanî himber şerxwazî û sîyasetên Rejîma Sîyonîst ên serdestîxwazîyê raweste û pêşîya tundbûna qeyranê li navçeyê bigire. Iraqçî ji ber helwestên berpirsane u isûlî yên rayedarên Çînê ku li Konseya Emnî ya NY mekanîzma sepandina dubare ya boyktoan ser Îranê da karekî neqanûnî zanîn, destxweşî li wan kir u got: Hevkarîya avaker a Çîn, Îran u Ûrsêtê di sekinîna hibmerî yekalîkarîya Amerîkayê u hin welatên rojavayî li NY gellekî girîng bû û 121 welatên endamê Tevgera Qeydnenasan jî piştgirî danê. Wang Yî Wezîrê Karên Derve yê Çînê jî di vê peywendîya telefonî da pêgirî ser peywendîyên istiratejîk ên Têhran- Pêkenê kir u tekez kir ku pêwîst e hevahengî û têkilîyên berdewam ên her du welatan li NY u rêxistinên navdewletî yên din were parastin. 

Serepeyv