Cotmeh 16, 2025 15:29 Asia/Tehran
  • Salihî Emîrî: Geşepêdana Kurdistanê geşepêdana Îranê ye

Wezîrê Mîrata Çandî, geştyarî û Pêşeyên Destî yê Îranê tevî tekeziya li ser potensiyêlên mirovî, çandî û şaristanî yên Parêzgeha Kurdistanê got: Kurdistana sembola Îrana bedew e û hemî hêmayên pêşketinê di xwe da dihewîne.

Seyîd Reza Salihî Emîrî, Wezîrê Mîrata Çandî, geştyarî û Pêşeyên Destî yê Îranê îro di hevdîtina digel karmendên Rêveberiya Giştî ya Mîrata Çandî, geştyarî û Pêşeyên Destî ya Parêzgeha Kurdistanê tevî pesndana şiyana hêzên mirovî yên xwecihî li vê parêzgehê, got: Kurdistan xwedan sermiyaneke mirovî ya bêhempa ye û tekeziya me ev bû ku Rêveberê Giştî yê vê parêzgehê ji nav kesên bihêz li rêveberiya giştî were hilbijartin; ji ber ku baweriya me ev e ku geşepêdana mayînde di encama baweriya bi hêzên mirovî yên xwecihî pêk tê.


Salihî Emîrî tevî amajeya bi cîgeha binirx a mîrata dîrokî ya vê parêzgehê, got: Li gorî plandarêştina taybet em ê navenda dîrokî ya Xosrew Avaya Sineyê veguherînin Koşkemûzeyeke nûwaze da ku gelê Sineyê û geştyarên navxweyî û derveyî bikarin sûd ji vê gencîneya şaristanî wergirin.

Serepeyv