Berteka Îranê li hember daxwaza Trump ya aşitî û gotûbêja bi Tehranê re
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Trump û tekez kir: Amerîka wekî belavkerê herî mezin ê terorîzmê li cîhanê û piştgirê rejîma terorîst û qirker a Siyonîst, hêjatiya wî ya exlaqî tine ku yên din tawanbar bike.
Di vê daxûyaniyê de hatiye : Em buxtanên bêbingeh û îdiayên neberpirsiyarane û kirêt ên Serokkomarê Amerîkayê derbarê Îranê ku roja Duşemê li Parlimana Rejîma Siyonîst û li ber çavên cinayetkarên qirrker hatin kirin, bi tundî şermezar dikin.
Wezareta Karên Derve tekez dike ku dubarekirina îdiayên derew derbarê bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê qet nikare cinayeta hevbeş a rejîmên Amerîka û Siyonîst derheq destdirêjiya ser axa pîroz a Îranê û terorkirina ewladên wêrek ên Îranê rewa nîşan bide.
Fexrkirin û lixwemukirhatina bi cinayet û destdirêjiyê tenê berpirsiyariya Amerîkayê ji bo kirina van cinayetan girantir dike û kûrahiya dijminatiya siyasetmedarên amerîkî li hember gelê mezin ê Îranê nîşan dide. Di vê daxûyaniyê de her wiha hatiye ku destwerdanên Amerîkayê li herêmê, piştgiriya ji dagirkerî û cinayetên Rejîma Siyonîst digel firotina bêreje a çekan ji herêmê re, Amerîka veguherîne sebebkarê herî mezin ê bêîstîqrarî û bê ewlehîtiyê li herêmê.