Hişyarîdayîna Sipaha Pasdaran derbarê her cure macerheziya leşkerî li Kendava Farsê û Tengava Hormizê
Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got ku her cure şaştiya di hesabên dijminan li Kendava Farsê, Tengava Hormizê, an giravên Îranê dê rastî berteka cidî, demlidest û vebirr were.
Serleşkir Muhemed Pakpûr di axaftina xwe ya bi boneya Roja Hêza Deryayî ya Sipah Pasdaran da got ku hêzên deryayî yên wêrek ên Îranê ewlehî û aramiya Kendava Farsê, Tengava Hormizê û avên herêmî yên Komara Îslamî dabîn dikin.
Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got ku Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdaran niha bûye hêzeke bergiriyê ya stratejîk a bêhempa û bi palpiştiya kadroyên emekdar, rêveberiya cîhadî û teknolojiyên xwecihî yên pêşketî ji bo berevaniya ji welêt amade ye. Serdar Pakpûr derbarê her cure şerxwaziyekê da hişyarî da dijminên Îranê û tekez kir ku her hesabeke şaş li avên Kendava Farsê, Tengava Hormuzê, an giravên Îranê dê rastî bersiveke cidî were.