Tirkîyê mekanîzma vegerandina boykotên dijî Îranê bi cih anî, Têhranê bertek nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i356511-tirkîyê_mekanîzma_vegerandina_boykotên_dijî_Îranê_bi_cih_anî_têhranê_bertek_nîşan_da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka hibmer kiryara Tirkîyê ya bicihanîna mekanîzma vegerandina boykotên Konseya Emnî ya NY dijî Îranê , got: Bila welatên cînar u dost xwe ji bicihanîn û bandordanîna biryara neqanûnî ya sepandina mekanîzma boykotên dijî Îranê dûr ragirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 06, 2025 14:54 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka hibmer kiryara Tirkîyê ya bicihanîna mekanîzma vegerandina boykotên Konseya Emnî ya NY dijî Îranê , got: Bila welatên cînar u dost xwe ji bicihanîn û bandordanîna biryara neqanûnî ya sepandina mekanîzma boykotên dijî Îranê dûr ragirin.

Ismayîl Beqayî di civîna çapemenîyê ya heftane da got: Kiryara Tirkîyê ya bicihanîna daxwaza welatên rojavayî di çaçrova mekanîzma sepandina boykotên dijî Îranê, bi nêrîna me karekî nepêwîst û neqanûnî ye, ji ber ku bingeh u sedemên ji bo wê biryara 3 welatên ewrûpî di vî warî da neqanûnî ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber karnama 3 welatên ewrûpî di warê sepandina mekanîzma vegerandina boykotan dijî Îranê rexne kir u pêgirî kir: Ew biryara ti sozekê naxwe ser milê welatên endamê NY ku boykotan bi cih bînin. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê dîyar kir, tevî ku raberkirina plana aştîyê têkildarî Xezzeyê û meseleyên din di vî warî da, hela jî cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê didomin û got: Di 2 salên buhurî da nêzî 80 hezar filistînî bi destê Rejîma Sîyonîst hatine şehîdkirin u em hela jî dibînin ku qirrkirin u cinayet bi destê Rejîma Sîyonîst li vê herêmê didomin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara lidarxistina hilbijartinan li Sûrîyê da jî got: Helwesta me pêgirîya ser rêzgirtina li yekperçetîya axê u parastina wê ye. Sûrîye divê ku bikaribe hibmer cinayetên Rejîma Sîyonîst berevanîya xwe bike û siberoja Sûrîyê jî divê bêyî destwerdana bîyanîyan, bi destê gelê Sûrîyê xwe were kivşkirin.