Iraq û Îranê zêdetirî 100 cenazeyên qurbaniyên şêrr li hev guhertin
Di çarçoveya hevkariya mirovheziyê û li gorî Peymana Jinêvê de , Îran û Iraqê zêdetirî 100 cenazeyên qurbaniyên şerê heştsalî di navbera herdu welatan de li derbasgeha sînorî ya Şelemçeyê li hev guhertin.
Li derbsageha sînorî ya Şelemçeyê ku ketîye parêzgeha Besrayê merasimek bi merema lihevguhertina cenazeyên serbazên Iraqî û Îranî ku di şerê heştsalî navbera herdu welatan de jiyana xwe ji dest dabûn, hate lidarxistin. Medyayên Iraqî ragihand ku roja Yekşem, 5ê Cotmeha 2025an, merasima radestkirina cenazeyên qurbaniyên şerê Îran û Iraqê di navbera herdu welatan da li derbasgeha sînorî ya Şelemçeyê li rojhilatê Besreyê dest pê kir. Li gorî raporan, hejmara cenazeyên ku hatine pevguhertin 70 Iraqî û 48 Îranî bûye.Pevguhertina cenazeyan di navbera Îran û Iraqê da li gorî rêketinnameya Jinêvê cih tê ku ji sala 2008an ve ketiye meriyetê.