Eraqçî: Peymana Qahirê êdî bêhitbar e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, tekez kir ku Peymana Qahirê êdî hitbara xwe tine û kiryara Amerîkayê û sê welatên ewropî ya vegerandina boykotên qedyayî yên Konseya Ewlehiyê neqanûnî zanî.
Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir: Îran ji nû ve destpêkirina van boykotên Konseya Ewlehiyê neqanûnî dizane û bi vê kiryara ewropiyan, Peymana Qahirê êdî hitbara xwe tine. Eraqçî her wiha bi ragehandina vê yekê ku ezmûnan selimandine ku tu çareseriyek ji bilî çareseriya dîplomatîk ji bo dosîya navokî ya Îranê tune û bi bîr xist: Çawa ku êrişa leşkerî rêçareya pirsgirêka navokî ya Îranê nebû, vegernaidna boykotan jî yê destkevta xwe tinebe. Eraqçî her wiha tekez kir peyamên ku hertim di navbera şandên Îranî û Amerîkî de hatine hilêxistin, tekeziya ser pirsgirêka navokî dikin û nûçeyên derveyî vê mijarê dê neyên piştrastkirin û heke ew bi niyeta xêrê bêne pêş ,em dikarin derbarê encama da muzakireyan da geşbîn bin.