Îlon 21, 2025 17:22 Asia/Tehran

Sîstima dadweriyê ya Îranê piştî sê salan şopandina hinek serokên komên kurdên çekdar ên îranî yên li Herêma Kurdistana Iraqê, hikmên mehkûmkirinê da û Întêrpolê jî ji bo şopandin û vegerandina wan biryarek daye.

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê, ji bilî piştrastkirina van hikman got: Ev hikm li dû giliyên rasterast ên malbatên goriyên Kurd ên îranî û anegorî belgeyên pizişkî û şehediyan hatine dayîn. Polîsê Întêrpolê jî bi ragihandina Hişyariya Sor, pêvajoya şopandin û vegerandina van a navnetewî destpê kiriye. 

Li gorî gotina vî rêvebirê rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê, ev dosiye tenê hiqûqî û mirovî ne û tawanên wek îşkence, destdirêjî, bikaranîna zarokan di şêrr da û derbelêdana li sivîlan digire ber xwe ku dikarin di asta navnetewî de wekî cinayeta dijî mirovantiyê werin nasîn. Şayanî gotinê ye ku li hevhatinameya ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê de hem Bexda hem jî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê soz dan ku serkirdeyên partî û komên terorîstên ku Îran dixweze, vegerînin.

Serepeyv