Îlon 20, 2025 19:44 Asia/Tehran
  • Pêzêşkîyan: Em dê Netenzê u yeka ji wê girîngtir jî ava bikin

Serokomarê Îranê wek berteka himber hewla welatên rojavayî ji bo vegerandian boykotên dijî Îranê got: Welatên rojavayî nikarin pêşîya me bigirin.

Mes`ûd Pêzêşkîyan di merasima rêzgirtina li xwendekarên di olempîyadên zanistî yên cîhanê da mîdal bi dest xistine da wek berteka himber hewla welatên rojavayî ji bo çalakirina mekanîzma Snap Bekê ango vegerandina boykotên Konseya Emnî ya NY dijî Îranê got: Ew dixwazin rêya me daxin, lê em dema pêrgî berbendekê dibin, an rêyekê peyda dikin, an jî rêyekê saz dikin.

Serokomarê Îranê herwiha got: Dijminên me êrişî navenda navokî ya Netenzê kirin, lê ji vê yekê xafil in ku Netenz u yên girîngtir ji wê tên damezirandin û yê bên avakirin.

Pêzêşkîyan herwiha got: Nabe em rê bidin rêjîmeke sexte ya cinayetker vîna xwe bi zorê li herêmê bajo. Îran bi palpiştîya we dikare avedanî, dadmendî û insafê ji bo xwe û navçeyê wek xelat bîne. 

Serepeyv