Îlon 20, 2025 22:31 Asia/Tehran

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê got: Sîyaseta sepandina xezta herî zêde têk çûye û plankarên wê dê vê carê bi berdêleke girantir poşman bibin.

Ibrahîm Ezîzî îro li rûpela xwe ya X`ê hişyarîyeke ciddî da welatên ku nêta xêrê ya Îranê di gotûbêjan da bi awayekî narewa bi kar tînin û nivîsî: Sîyaseta zexta herî zêde ti dema encamek bi dest nexistîye û vê carê jî yê ne tenê bêencam be, belkî berdêleke gitantir bide ser milê plankar û bicihînerên wê.

Ezîzî herwiha got: Ezmuna di encama salên vê dawîyê da nîşan daye ku sîyaseta zexta herî zêde ser gelê Îranê da têk çûye û tenê bûye sedema berdêla girantir ji bo dijminan. Gelê Îranê himber gef û zexta ti dema pada venekişîyaye û yê venekişe jî û hema ev berxwedana hokara sereke ya serneketina hemî sîyasetên bikîn bûye.

Hisên Qerîbî dîplomatê îranî jî ewrûpî dan ber rexneyan u got: Ewrûpîyan piştî vekişîna Trump ji Rêkevtinameya Navokî ne tenê şîyana çareserkirina nakokîya di navbera Îran û Amerîkayê da tinebûn, belkî heta nekarîn bêalîbûna herîkêm himber zextên Trump biparêzin. 

Mîxayîl Olyanov Wekîlê Ûrsêtê li Rêxistinên Navdewletî jî got ku Moskow û Pêken yê destpêşxerîyeke nû ji bo çareserkirina dosîya navokî ya Îranê raber bikin û dîyar kir ku welatên ewrûpî bi kiryarên xwe demajoya sîyasî, hewlên dîplomatîk û hevkarîya Îran û Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê lawaz dikin.

Vasîlî Nebenzîya Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê li NY jî ragihand ku Ûrsêt ti hegerekê ji bo dirêjkirina boykotên dijî Îranê nabîne. Wekîlê Dayimî yê Çînê li NY jî got: Çîn piştgirîyê dide bidawîhatina boykotên Konseya Emnî yên dijî Îranê. Wî herwiha got: Çîn bi awayekî teqil dijî zextên hin welatan ji bo çalakirina mekanîzma vegerandina boykotên Konseya Emnî himber Îranê ye û vê pêngavê derbeyeke cidî himber hewlên dîplomatîk ên ji bo çareserkirina sîyasî ya dosîya navokî ya Îranê dizane.

Istêfan Ducarîk Berdevkê NY jî got: Em hêvîdar in ku hefteya bê hevgavê civîna Civata Giştî ya NY em pêşketinê di dosîya navokî ya Îranê da bibînin. Wezareta Karên Derve ya Îranê jî wek berteka himber hewla 3 welatên ewrûpî ji bo vegerandina boykotên dijî Îranê ragihand: Îran mafê bersivdayîna guncav himber her pêngava neqanûnî ji xwe ra diparêze. 

Serepeyv