Îlon 18, 2025 19:20 Asia/Tehran
  • Pizişkîyan: Dewrana yekalîkarîyê li cîhanê bi dawî hatîye

Serokomarê Îranê di hevdîtina tev Wezîrê Enerjîyê yê Ûrsêtê da ragihand ku serdema tenaserî û yekalîkarîyê idî bi dawî hatîye.

 

Mes`ûd Pêzêşkîyan di hevdîtina tev Wezîrê Enerjîyê yê Ûrsêtê da razîbûna xwe derheq demajoya hevkarîyên Îran û Ûrsêtê yên di warên enerjî, tranzît û hêzgehan da dîyar kir û tekeze kir ku ti berbendek ser rêya bicihanîna rêkevtinameyên dualî tineye û Îran ewan bi awayekî ciddî dişopîne. Pêzêşkîyan herwiha amajeyî vîna hevpar a Têhran- Moskowê kir û xwest ku wezîr û pispor û şarezayên têkildar kar u baran bilezînin û hêvî kir ku ew danuistandin bibin sedema pêşxistina zêdetir a peywendîyên her du welatan. 

Serepeyv