Îlon 15, 2025 21:03 Asia/Tehran

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Serokwezîrê Iraqê tekez kirin ku pêwîst e welatên Îslamî yekdeng bin û pêngavên pratîkî yên cidî ji bo rawestandin û girtina pêşiya dubarebûna cinayetên Rejîma Siyonîst rakin.

Mesûd Pizişkiyan Îro piştî nîvro, li kêleka civîna awarte ya welatên Îslamî û Yekitiya Ereban ku li li Dohaya Qeterê hat lidarxistin, di hevdîtina ligel  Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê de got: Komara Îslamî ya Îranê ji bo berfirehkirina hevkariyan, bilindkirina asta têkiliyan û çalakkirina zirûfên heyî di navbera Îran û Iraqê di hemî waran û ser xêra her du gelên navçeyê de amade ye. Serokkomarê Îranê di dewamê de bal kişand ser berdewamî, berfirehkirina cinayetên Rejîma Siyonîst  û got ku ev rejîm bê guman bê piştgiriya Amerîkiyan û welatên Ewropî nawêre cinayetên wiha bike û got: Hema ji dema hevrikiyên bo hilbijartinê ve heta îro, min her tim ragihandiye ku ez li dû xurtkirina yekîtî û hevgirtinê di welatê xwe û di navbera welatên Îslamî de me. Di pratîkê de jî min  ev armanc şopandiye û ez pêkhatina yekîtî û hevgirtinê di navbera welatên Îslamî de rêya herî bibandor bona rawestana li ber cinayetên Rejîam Siyonîst dibînim. Serokwezîrê Iraqê di vê hevdîtinê de, tevî sipasdarîya ji ber pêkanîna derfetê ji bo hevdîtina bi Pizişkiyan re got: Parastin û xurtkirina rewşa ber bi pêş a têkiliyên bi Komara Îslamî ya Îranê re ji bo me pir girîng e û di  vê çarçoveyê de em bi micidî  hemî peymanên di navbera  xwe de dişopînin.

Mihemed Şiya Sûdanî bal kişand  ser destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Qeterê û got: Ev bûyer nîşan dide ku Rejîam Siyonîst henekê xwe bi hemû qanûn û çarçoveyên navneteweyî dike. ji ber vê rewşê divê welatên Îslamî hemû amûr û şiyanên xwe bi hewahengiyeke zêdetir bi kar bînin da ku cinayetên vê rejîmê rawestînin.

Serepeyv