Îlon 10, 2025 17:29 Asia/Tehran

Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li ser hevkariyeke nû li hev kirin.

Lihevkirina Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê di hevdîtina Rafaêl Grosî û Seyd Ebas Eraqçî de li Qahirê pêk hat, piştî wê Wezîrê Derve yê Îranê, Ser-rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û Wezîrê Derve yê Misrê beşdarî civîneke çapemeniyê bûn. Wezîrê Derve yê Îranê di vê civîna çapemeniyê de gotiye ku ev lihevkirin garantî dike ku hevkariya navbera her du aliyan bi curekê berdewam bike ku rêzê li serweriya neteweyî ya Îranê  bigre û pêdiviyên Ajansê ji bo ceribandina rastbêjîyê werin dabînkirin. Wezîrê Derve yê Îranê her wiha hişyarî da ku ger her cure kiryara dijminane dijî Îranê ji wan  vegerandina biryarnameyên îbtalbûyî yên Konseya Ewlehiyê bên kirin, Îran dê gavên hevkariyê bi ajansê re rawestîne .Di heman demê de jî, Misrê hêvî kir ku lihevkirina Îran û Ajansê rêyek nû ji bo muzakireyên navokî veke. Wezîrê Derve yê Îranê û Ser-rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê piştî vê lihevkirinê bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re hevdîtin pêk anîn û ji ber rola hikûmeta Misrê di vê lihevkirinê da destxweşî li wî kir. 

Serepeyv